Yarê Me Pir Nîşan û Sir
Yar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e
Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e
Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e
Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e
Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef
Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e
D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama tehûr
Saqî werîn cama zerîn ew surşirîn cam meşreb e
Xal û xetê şoxqametê me ji vê kitê -b û destxetê
Herdem ji new dil feyd e ew ev 'işq û sew -da mewheb e
Min bêqedar ev sir veşar 'işqa xedar şohtî sitar
Mihra butan xal û xetan şendûqexan û meqleb e
Dêmê bixal ew nûn û dal ismê celal bejna şepal
Yekta elif nayê weşif min 'eqlê tif -lî mezheb e
Hetta nemam salik temam şîrînkelam ma da me cam
Bê cehdê qet tên emr û xet herçi ko met -leb menşeb e
Dermande yim heyran te yim pîrane yim xweş bende yim
Zaza bi sir dil j’êm vekir derheq me pir erzan mebe
Bergên gulê ew misk e lê hûr hûr welê derheq Melê
Bêperde û xweşme'de û yekwe'de û pirşefqe be
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |