Xwîn Ko Ji Dil Bi Mewci Bêt
Appearance
Xwîn ko ji dil bi mewc-i bêt
Eşkê rewan me têne xet
Nîl-i ji dîdeyan dizêt
Keftime navê şubhê bet
Katibê neqşê qudretê
Zêr-i reşandî ser xetê
Erzen û dêm û cebhetê
Pê neqqişand û kir nuqet
Cebhet û dêm-i neqqişand
Misk û zubad-i lê feşand
Nûrê ji zulmetê reşand
Taze kişandî xet bi xet
hor û fireşte kê we dîn
Nazik û xob û sirşirîn
Dêmê numûne ber bikîn
Soretê çîn numa xelet
şi'rê Melê ko wek rowan
Daye te canê merivan
Pir me li bergê erxewan
Dîne xezel li nik şetet
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |