Xusrew û Keyqubad
Xusrew û Keyqubad Eskender
Weku Kîsra û Kawis û Qeyser
Hemû têk çûn û pakî fewtawe
Ne sîlah û ne sikkeyan mawe
Waqî’en wa ye wek beyanim kird
Her kesê za be na’îlacî mird
Merg û jîn mîslî sêber û taw e
Ewî baqî bimênê her naw e
çunke herçî le darî dunya ye
Dêt û derrwa, hemûy weku ba ye
Sed şehenşah û padişa mirdin
Seyrî ke kurdî ême her kurd in
Mîllet e baqî, ma beqa fanî
Her le cafî heta be goranî
Hesretim her em e le dinya da
Hacî demirê be dewrîyan naga
Ger be dewranyan bigeyîyaye
Hemû hallî debûn çi derya ye
çi be mensûr û gewherî kurdî
çi be nezm û kîtabetî wirdî
Se’dî eyyamî xoy nebû nanî
Weku min bû gerrok û bê xanî
Êste xallqî le hesretî demirin
Beytekanî le zêrr û zîw degirin
Axîrî rojekîş deyê we’dî
Xefetim bo bixon weku Se’dî
Qazîy nesr û muftîy nazîm
Tê degen ta muderrîs û ‘alîm
Bo tesîhey zubanî kurdane
şî’rekanim delîl û burhan e
Ye’nî ta mawe şa’irî xerra
‘Alîm û ‘amî daxî bo naxwa
Lakîn ew sa’etey be rehmet çû
Qurr depêwin dellên: çi hîkmet bû!
Peşme Hacî were weku caran
Bêrewe ser hîkatetî kurdan
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |