Jump to content

Xelqo Li Min Kin Şîretê

From Wikisource
Xelqo Li Min Kin Şîretê
by Melayê Cizîrî
307772Xelqo Li Min Kin ŞîretêMelayê Cizîrî

Xelqo li min kin şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî di halê xefletê
Hat der ji bircê wek qemer

Hat der ji birc û penceran
Dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan
Lew 'aşiqan xwîn bûn ceger

Qelb û ceger min bûne xwîn
Lewra ko nû der bûn birîn
Ey can were halim bibîn
Wer rûh ji qalib bête der

Canê min er bê ser cesed
Mizgîn bi afaqan resed
'Alem hemî pê bin hesed
Insan û cinn û caniwer

'Alem hemî têk bûne şef
Sey’rîn li şahê min bi xef
Hatin temaşa çar teref
şatir xumar tayên di ber

Hat padişahê pir sipah
Qamet elif dêm şubhê mah
Dad û meded sed ah û ah
Zulf û 'eqarib têne ser

Gestî me xelqo 'eqrebê
Mest im ji şewqa xebxebê
tali' tinê mi d'kewkebê
îro 'eqarib têne der

îro 'eqarib hate xwar
çû nêv-i baxê gul'izar
Ew buxçeya her lê bihar
Lew bilbilan lê qal û şer

Bê hed ji dil nalî û keyb
Di ew buxçeya ridwanê xeyb
Van naliyan nînin çu 'eyb
Sohtîne em dil bû seqer

Sotin li min cerg û hinav
Werdên di hûr girtî xwinav
Zulf hate ser lê kir bilav
Bayê nesîm weqtê seher

Tirsim muxalif ba detê
Zulfên di dora cebhetê
Rakit qiyam wê sa'etê,
Alem bibit zîr û zeber

Zahir dibêjim pendigîr
Da dil nedî zulfa herîr
şubhê Melê dimînî esîr
Guh dêre qewlê mu'teber


This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.