Ta Rêk Nekewin
Soranî:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa debine xerabeabad
Enwa’î mîlel le gewre ta çûk
Xemllîwe memalîkî weku bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û ‘eyb û ‘ar û bê deng
Dinya be tirran dexon û deyden
Her çonê meramyan e deyken
Her kurd in eger çî pakî merd in
Pamalî zemane, mîslî gerd in
Her manewe bênewa û mezllûm,
Wek bûmî xerabezar, meş’ûm
Ger ba’îsî em depirsî kam e
şertêk e ke bo hemû temam e
Ew şerte be kullî îttîfaq e,
Ger Mer’eş û Wan e ger îraq e
Qesrêk e yesaxî ew, nîfaq e
Ger wa nebê babî her be taq e
Sed şêx û mela û emîr û xanî
Bo lezzetî ‘eyş û zîndeganî
Lew lawe ewan be hîlesazî
Lem lawe eman be teqllebazî
Qurryan be hemû willatewe da
Ta mull û re’iyye pakî fewta
Yekyan emî to dekey neyan kird
Xemyan nebû kurd eger hemû mird
Kurmancî:
Heta li hev neyên qebîlê kurdan,
Her wê ha bibin xirabe mal,
Hemû dinya mezin û biçûk,
Xemilîye bi milk’kê wek bûk,
Yekbergin, yekziman û yek reng,
Bêxeybet û bê a’yb û a’r û bê deng,
Dinya bi tîrên dixun û didin,
Her çi meremê wane, dikin,
Her kurdin, t’enê bi p’akî merdin.
P’amalî zemane, mehsusî k’urdin.
Her mane bê deng û mezlûm,
Mîna e’rdê xerabe,zarê me’sûm.
Ger basê vê dipirsi k’îjane,
şerteke ku bû, hemû temane.
Ew şerte bi k’ullî îtfaqe
Ger mere’ş û wanê, ger îraqe,
Qesreke awaxî ew îtfaqe,
Ger wa ne be, her bi taqe.
Sed şêx û mela û mîr û xanî,
Bo lezeta îş û zindeganî,
Li vî alî wan bi hîlebazî,
Li wî alî wan bi teqlebazî,
Qir kirin hemû li weletda,
Heta milk û reya fewta
çi te kir, wan ne kird,
Xema wan nî bû ku mirin hemû
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |