Rengigull Dana
Appearance
Rengî gull jana Wekû ruxsareket rengîn nîye
Şekkerî mîsrî wekû guftareket şîrîn nîye
Ehlî Çîn neqqaşî çak in xo, bellan teswîrî to
Neqşî xamey Kirdigar e, karî westay Çîn nîye
Men'î min ‘emden deka exyarî gewc yaxo ker e?
Talîbî pûş û gîya, coyay gull û Nesrîn nîye
Mentîqim tey kird be ehwalatî terîxî şewe
Hîç wekû 'eşq balsî can ya mayey jîn nîye
Min ke kuştey tîxîeşq im rojî dîwanî ceza
Bo çî şahîd bênim? Axir berge kem xwênîn nîye?
Meşqî Mensûr e le wextî kuştinîşda pêkenîn
Arê beşqî ‘eşq e ‘aşiq, ser be buxz û kîn nîye
Min ke rîswa bûm û tepllî ‘aşqîm lêdaîtir “Kurdî”
Hîç perway dil û saman û can û dîn nîye
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |