Qur'an (kurdî)
Ev wergera çend ayetên Qur'anê ji aliyê Husein Muhamed hat pêk anîn.
Ji bo Qur'anê bi zimanên din binihêre:
- Qur'an (îngilîzî)
1. Sûretê Fatîha "Vekirin"
[edit]BINAVÊ XUDAYÊ DILOVAN Û DILOVÎN
- Pesin ji Xwudayê Rebê karîgehê re ye.
- Ew dilovan û dilovîn e.
- Xudiyê roja dîn e.
- Em tenê ji te re îbadet dikin û ji te dixwazin.
- Me bibe rêya rast.
- Rêya yên te qencî liwan kirî,ne yên xezeb liwanbûyî û ji rê derketî.
112. Baweriya pak
[edit]BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
112.001 Bêje: Ew, Yezdan, Yek e,
112.002 Yezdan e, Herheyî ye.
112.003 Ew ne ji kesî çêbûye û ne jî ti kes ji Wî,
112.004 û ti kes jî nîne hevberî Wî be.
113. Berspêde
[edit]BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
113.001 Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê berspêdeyê 113.002 ji xirabiya Wî afirandî
113.003 û ji xirabiya tarîtiyê dema derdoran digire
113.004 û ji xirabiya wan yên pif dikin ben û girêkan
113.005 û ji xirabiya yê hesûd dema hesûdiyê dike.
114. Mirov
[edit]BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN Ê CEGERDAR
114.001 Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê mirovan,
114.002 Serdarê Mirovan,
114.003 Yezdanê mirovan
114.004 ji xirabiya yê pistepistker
114.005 yê dilwasiyan dixe dilê mirovan
114.006 – ca mirov be yan cin.