Jump to content

Peymana rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan

From Wikisource

Peymana rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan (1979)

166 dewletan ev peyman tesdîq kiriye (2000)

Komîsyona YNyê ya Jinan a di 1946an de ava bû, di salên 60î de dest pê kir û berê xebata xwe da hemû awayên dîskrîmînasyona jinan. Komîsyon berê li ser mafên jinan ên sîyasî û hevwelatîyê xebîtiye. Grûpê danezanek amade kir ku civîna YNyê ya giştî ew di 1967an de qebûl kir. Ev danezan bû bingehê peymana sala 1979an a rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan (Bi navê Peymana jinan jî hat binavkirin).

Peymana jinan ji 30 bendên ku bi mafên jinan ên li hemû waran, pêk tê. Komîteya hemû awayên Dîskrîmînasyona Jinan (Committee on the Elimination of All Forms of Discrimination against Women, CEDAW) çavdêrîyê dike, bê ka Peymana jinan çawa tê teqîbkirin.

Welatên ku Peymana Jinan tesdîq kiriye divê her ji sê mehan carekê raporan bidin Komîteyê, bê bendên Peymana Jinan çawa tên tetbîqkirin. Komîte raporan dide ECOSOCê (Encumena aborî û civakî) och civîna YNyê ya giştî. Ev rapor dû re ji Komîsyona Jinan re tên şandin. Komîte dikare ji tiştên di raporan de tên gotin û agahdarîyên ji welatên peymanê tên wergirtin hereket bike û pêşnîyazên xwe û tewsîyeyên giştî pêşkêş bike.

Di 1998an de protokoleke ku di Çileya Pêşîna sala 2000î de ket îcrayê bi ser Peymana jinan ve hat kirin. Protokola servehî tê wê mahneyê ku jinên ku mafên wan ên mirovî li gora Peymana jinan pê pes bûne, ji bo sererastkirinê û stendina tezmînatê dikarin gilîyên xwe li ba YNyê bikin. Berê îmkana gilîyê takekesî li ba Komîteya YNyê ya Dîskrîmînasyona Jinan hebû. Niha jî mimkin e ku miorv li pêpeskirinên giran, an jî sîstematîk bikole.


Beş 1

[edit]
  • Bend 1

Di vê danezanê de mebesta bi peyiva ”dîskrîmînasyona jinan” ev e; her cudayî, awarte, an jî sînorkirina li ser bingehê zayendeyê ku encama bisînorkirinê dide, an xwedîyê armanceke weha ye, an jî ji bo jinan qîmetdayina mafên mirovan û azadîyên bingehî yên di warê sîyasî, aborî, civakî, çandî û hevwelatî de, an jî yên di warekî din de bêyî ku li rewşa medenî û li bingehbûna wekhevîya jin û mêran û îstîfadekirin, an jî bicîhkirina van maf û azadîyan binihêre, ji holê radike.

  • Bend 2

Dewletên Peymanê hemû awayên dîskrîmînasyona jinan gunehbar dikin û hemfikir in ku bi awayekî minasib û bêyî biderengîketinê berê sîyaseta xwe bidin nehiştina dîskrîmînasyona jinan û bi vê armancê berpirsîyarîyê werdigirin ku

a) ger berê nehatibe bicîhkirin, ew ê prensîpa wekhevîya jin û mêran têxin qanûnên xwe yên neteweyî yên bingehî, an qanûnên bingêhî yên minasib û dê bi qanûnên bingehî û navgînên minasib ên din ewle bikin ku ev prensîp di partîkê de tetbîq bibe;
b) gava pêwîst be, bi naveroka qedexekirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan, tedbîrên qanûnî û yên din ên bikêrhatî bistîne;
c) li ser eynî bingehê mafên mêran, ji bo jinan paraztina hiqûqî peyda bikin û bi dadgehên neteweyî yên mafdar û dezgehên resmî yên din ve li dijî her kirineke dîskrîmînasyonê, ji bo jinan paraztineke efektîv misoger bikin;
d) xwe ji her kirin, an reftarîyeke dîskrîmînasyona jinan bi dûr bixin û ewle bikin, da ku meqam û dezgehên resmî li gora vê berpirsîyarîyê hereket bikin;
e) ji bo rakirina dîskrîmînasyona jinan a ji alîyê kes, rêxistin, an şîrketan ve hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne;
f) qanûndanîn jî tê de, ji bo guherandin, an jî betalkirina qanûn û biryarnameyên heyî, urf û adetên ku tê mahneya dîskrîmînasyona jinan, hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne;
g) hemû biryarnameyên neteweyî yên cezeyî ku tê mahneya dîskrîmînasyona jinan betal bikin.
  • Bend 3

Divê dewletên Peymanê qanûndanîna ji bo jinan geşepêdaneke tam û gavên pêş ewle dike û bi vî awayî ji bikaranîn û îstîfadekirina mafên mirovan û azadîyên bingehî yên li ser bingehê wekhevîya bi mêran re garantîyê didin wan jî tê de, di hemû waran de û bi taybetî di warê sîyasî, civakî, aborî û çandî de, ji bo jinan hemû tedbîrên pêwîst bistîne.

  • Bend 4
1. Stendina tedbîrên dewletên Peymanê yên demî û taybetî ku ji bo bilezkirina wekhevîya jin û mêran a rasteqîn, divê li gora vê Peymanê, weke dîskrîmînasyonê neyê dîtin, lê divê cudahêjayî û normên cîhê bi xwe re naîne; gava di warê îmkan û miameleyan de wekhevî hat bidestxistin, divê ev tedbîrên ha betal bibin.
2. Tedbîrên ku di vê Peymanê de hene jî tê de, stendina tedbîrên dewletên Peymanê yên taybetî yên ji bo paraztina dêtîyê, divê mîna dîskrîmînasyonê neyê dîtin.
  • Bend 5

Divê dewletên Peymanê hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne, da ku

a) awayê reftarîya jin û mêran a civakî û kulturî biguherîne û ji bo bi vî awayî pêşhikmî û urf û adetên ku xwe dispêrin fikra ku zayendek ji zayendeke din kêmtir e, an baştir e û rolên ji bo jin û mêran ên pûçbûyî, nehêlin;
b) ewle bikin ku avakirina malbatê di warê dêtîyê de, weke fonksîyona civakî têgîhişteneke temam bide û qebûl bike ku di warê xwedîkirin û pêşvebirina zarokan de berpirsîyarîya jin û mêran a hevbeş heye ji ber vê yekê divê menfaeta zarokan berîya hertiştî bê.
  • Bend 6

Divê dewletên Peymanê ji bo li dijî hemû awayên kirînûfirotina jinan û îstîfadekirina ji qehpetîya jinan tê bikoşe, qanûndanîn jî tê de, hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne.

Beş II

[edit]
  • Bend 7

Divê dewletên Peymanê ji bo ku dîskrîmînasyona jinan di jîyana welatî ya sîyasî û resmî de nehêlin û bi taybetî jî mafê jinan bi eynî şertên ku ji bo mêran derbas dibin, ewle bikin, hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne,

a) di hemû hilbijartinan de dengên xwe bidin û ji bo hemû organên bi hilbijartinên giştî ve tayin dibin, bibin hilbijarbar;
b) beşdarî şikildana sîyaseta organên civakî yên birevebir û bicîhanîna vê sîyasetê bibin û bibin xwedîyên meqaman û di birêvebirinê de hemû berpirsîyarên xwe yên resmî yên di hemû sewîyeyan de tam bi cîh bîne;
c) di jîyana welatî ya resmî û sîyasî de, beşdarî komele û rêxistinên nedewletî yên bibin.
  • Bend 8

Dewletên Peymanê ji bo ku ji jinan re îmkanan misoger bikin, divê hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne da ku ew bêyî tu dîskrîmînasyonan, eynî mîna şertên mêran, di sewîyeya navneteweyî de nûnerîya hikûmetên xwe bikin û beşdarî xebata rêxistinên navneteweyî bibin.

  • Bend 9
1. Ji bo ku jin hevwelatîya xwe bi dest bixin, biguherîne, an jî ji xwe re bihêlin, divê dewletên Peymanê mafên eynî mîna mafên mêran bidin wan. Divê ew bi awayekî taybetî ewle bikin ku ne zewaca bi bîyanîyekî re, ne jî gava mêr di pêvajoya zewacê de hevwelatîya xwe diguherîne, otomatîk bibe sedema guhertina hevwelatîya jinê.
2. Divê dewletên Peymanê di pirsa hevwelatîya zarokên wan de, mafên eynî mîna mafên mêran bidin jinan.

Beş III

[edit]
  • Bend 10

Divê dewletên Peymanê tedbîrên bikêrhatî bistîne ku dîskrîmînasyona jinan rakin, da di pirsa perwerdeyê de û bi taybetî jî bi bingehbûna wekhevîya mêr û jinan, mafên eynî mîna mafên mêran ji wan re misoger bikin

a) ji bo pîşerênîşanderîyê, ketina xwendegehan û wergirtina dîplomayê ya ji hemû dezgehên perwerdeyê, hem li gundan û hem jî li bajaran şertên wekhev; ev wekhevî divê di pêşdibistanan, xwendinên giştî, teknîk û xwendina teknîk a bilind de û herweha di hemû xwendinên pîşeyan de ewle bikin;
b) ketina kurs û îmtîhanên wekhev, îmkana mamosteyên bi kalîteya bilind û lokalên dibistanan û techîzatên bi standarda wekhev;
c) bi rêya pêşdebirina xwendina tevde, an bi xwendineke din ku karibe alîkarîyê bike ku mirov bigîhêje vê armancê û bi taybetî jî bi rêya kontrolkirina pirtûkên dersan ve û li gora wan bi sererastkirina metodên xwendinê ve, di warê rolên jin û mêran de, di hemû astan de û di hemû awayên perwerdekirinê de nehiştina têgîhiştinên pûçbûyî;
d) ji bo stendina bursan û alîkarîyên xwendinê yên din îmkanên wekhev;
e) programa xwendin û nivîsandinê ya ji bo salmezinan, bi taybetî yên ku armanca wan bi awayekî bilez kêmkirina cudatîyên navbera jin û mêran e jî tê de, ji bo xwendinên dibin îmkanên wekhev;
f) kêmkirina hejmara jinên xwendekar ên ku dev ji xwendina xwe berdidin û ji bo keç û jinên ku zû dev ji dibistanê berdaye peydakirina rêyên xwendinê;
g) ji bo bi awayekî aktîv beşdarîya werziş û jîmnastîkê îmkanên wekhev;
h) agahdarî û şêwirdarîya ji bo plankirina zarokanînê jî tê de, ji bo ewlekirina tendiristîya malbatan û kêfxweşîya wan, îmkana agahdarîya pedagojîk a hûrgilîkirî.
  • Bend 11

1. Dewletên peymanê ji bo ku dîskrîmînasyona jinan a li bazara kar rakin, divê hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne û bi wekhevîya jin û mêran ve mafên wekhev misoger bikin, bi taybetî a) mafê kar hem wekî mafekî sabit û hem jî ji bo hemû mirovan; b) bikaranîna pîvanên wergirtina kar yên wekhev tê de, mafê îmkanên wekhev ê ji bo kardarîyê; c) mafê azadîya hilbijartina pîşe û kardarîyê, mafê tayinbûna wezîfeya bilindtir, ewleyîya kardarîyê û hemû îmtîyazên kardarîyê û şertên wezîfeyê, wekî mafê xwendina pîşeyî û yê perwerdebûna ji nû ve, perwerdekirina şagirtîyê, xwendina pîşeyî ya bilind û xwendinên tên jî tê de; d) îmtîyazên wê jî tê de, mafê meaşê wekhev, hem di warê kar de û hem jî di nirxandina kar de mafê miameleya wekhev; e) mafê ewleyîya civakî, bi taybetî di pirsa teqawîdî, bêkarî, nexweşî, seqetî û kalûpîrbûnê de û di şîyaneke kar a din de, wekî mafê tehtîla bimeaş; f) paraztina fonksîyona zarokanînê tê de, mafê paraztina di kar de.

2. Ji bo berlêgirtina dîskrîmînasyona jinan a ji ber zewacê, an dêtîyê û ewlekirina mafê jinan ê kar, divê dewletên peymanê tedbîrên bikêrhatî bistîne, da ku ew a) bi piştgirîya mieyîdeyên hiqûqî ve, jikarderxistina ji ber ducanîbûnê, an ji ber vehêsîna dêtîyê, heta dîskrîmînasyona jikaravêtina ji ber rewşa medenî jî qedexe bikin; b) bêyî wendakirina kar, dema kvalîfîkasyonê, sîstema vehêsîna dêtîyê ya bimeaş, an jî îmtîyazên civakî yên mîna wê, an jî alîkarîya civakî bi cîh bikin; c) bi rêya xebata peydakirin û avakirina sîstemeke lênerîna zarokan ve, xizmeta civakî ya pêwîst pêşde bibin, da ji bo dêûbavan îmkan çêbibin ku karibin erkên xwe yên malbatî û berpirsîyarîya pîşeyî û beşdarîya jîyana resmî li hevdu ragirin; d) li hember karên ku dê zerarê bidin jinên ducanî, wan bi taybetî biparêzin.

3. Divê li qanûna paraztinê ya ji bo pirsên ku di vê bendê de hene, bi awayekî sîstematîk û li ser bingehê zanebûna zanistî û teknolojîk ji nû ve bê nihêrin û gava pêwîst be jî divê ew bê guherandin, rakirin, an firehkirin.

  • Bend 12

1. Dewletên peymanê divê ji bo rakirina dîskrîmînasyona jinan a di warê tendiristîyê de hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne û ji bo bi bingehbûna wekhevîya jin û mêran, îmkanên tiştê weke plankirina zarokçêkirinê jî tê de, îmkanên lênerîna laşsaxî û nexweşîyê ewle bikin. 2. Bêyî astengbûna qaîdeya xala yekem, divê dewletên peymanê di dema ducanîbûn, zayîn û piştî zayînê de lênerîna minasib ji bo jinan misoger bikin ku gava pêwîst be, lênerîna li derveyî zîndanê û di dema ducanîbûn û şîrdayinê de jî xwarinên minasib û tiştên mîna wan berdest bin.

  • Bend 13

Dewletên Peymanê divê hemû tedbîrên minasib bistîne, da ku dîskrîmîmînasyona jinan ji qadên jîyana aborî û jîyana civakî yên din rakin û bi bingehbûna wekhevîya jin û mêran, mafên wekhev ji wan re misoger bikin, bi taybetî

a) mafê îmtîyazên malbatî; b) mafê deynkirina ji bankeyê, îpotek û îmtîyazên kredîyên din; c) mafê beşdarîya hemû awayên çalakîyên dema vala, werziş û jîyana çandî.

  • Bend 14

1. Dewletên Peymanê divê problemên taybetî yên ku li gundan derdikevin pêşîya jinan û rola wan a giring, bi taybetî jî rola ku ew bi xebata xwe ya di sektorên derveyî sîstema ekonomîya gundan a girtî de ji bo debara malbatên xwe dileyizin li ber çavan bigirin û divê hemû tedbîrên minasib bistîne, da ku tetbîqkirina qaîdeyên vê Peymanê ya li ser jinên gundan bê ewlekirin. 2. Ji bo rakirina dîskrîmînasyona jinan li gundan û ji bo ku jin bi bingehbûna wekhevîya jin û mêran ve beşdarî pêşveçûna gundan bibe û sûdê jê werbigire, divê dewletên Peymanê hemû tedbîrên minasib bistîne û divê ji jinan re van mafan misoger bikin, bi taybetî mafê

a) di hemû astan de beşdarîya amadekirin û bicîhkirina planên pêşdebirinê; b) agahdarî, şêwîrdarî û alîkarîya plankirina zarokçêkirinê jî tê de, îmkana lênerîna tendiristîyê û ya nexweşan a tetmînkar; c) ji programa ewleyîya civakî rasterast sûdwergirtinê; d) ji bo pêşdebirina zanebûna teknîkê, perwerdeyên mîna fêrbûnên xwendin û nivîsandinê jî tê de, hemû awayên perwerdebûna teorîk û pratîk û sûdwergirtina ji hemû awayên xizmetên civakî û çalakîyên şêwirdarîyê yên lokal; e) ji bo mirov bi rêya kardarîyê, an jî bi çalakîya xwe ve di qada aborîyê de bigîhêje îmkanên wekhev, birêxistinkirina grûpên xwebixwealîkarîyê û kooperatîvan; f) beşdarîya hemû awayên çalakîyên civakî; g) bidestxistina îmkana kredî û deynên ji bo çandinîyê, cîhazên ji bo bazarkirinê û teknolojîya minasib û di dema reformên gund û erdan de miamleya wekhev, weke programa çandinîyê ya nuh; h) hebûna şertên jîyanê yên tetmînkar, bi taybetî di warê xanî, tesîsên paraztina paqijîyê, elektrîk û avê û veguhastin û komunîkasyonê de.

Beş IV

[edit]
  • Bend 15

1. Dewletên Peymanê divê wekhevîya jin û mêran li hembera qanûnan misoger bikin. 2. Dewletên Peymanê divê di qada hiqûqa medenî de, ji bo jinan desthilatdarîyên hiqûqî yên eynî mîna desthilatdarîyên mêran û ji bo bikaranîna van desthilatdarîyan îmkanên wekhev misoger bikin. Divê ew bi taybetî eynî mafan bidin jinan ku karibin di peymanan de cîh bistîne û malûmilkan îdare bikin û di hemû pêvajoya pêşberî dadgehê de bi miameleya wekhev re rû bi rû bibin . 3. Dewletên Peymanê li hev dikin ku divê hemû peyman û hemû ewraqên şexsî yên nivîskî yên bi tesîra qanûnê ku armanca wê bisînorkirina şîyana jinan a hereketkirinê ye, ne muhteber bên dîtin. 4. Dewletên Peymanê divê bi şertê mafê gerê û azadîya hilbijartina xanî û devera lêjîyanê, ji bo jin û mêran mafên qanûnî yên wekhev misoger bikin.


  • Bend 16

1. Dewletên Peymanê ji bo rakirina dîskrîmînasyona jinan û ya di hemû pirsên ku bi zewac û rewşa malbatî ve girêdayî de, divê hemû tedbîrên minasib bistîne û bi taybetî divê bi bingehbûna wekhevîya jin û mêran van mafan ewle bike;

a) mafê zewacê yê wekhev; b) mafê wekhev ê bi awayekî azad hilbijartina mêrî û yê zewaca ku bi tenê bi riza xwe ya tam û azad; c) di zewac û berdanê de maf û berpirsîyarîyên wekhev; d) maf û berpirsîyarîyên dêûbavan ên wekhev, rewşa medenî çi dibe bila bibe, divê di pirsên bi zarokan ve eleqedar de, menfaeta zarokan berîya her hertiştî bê; e) ji bo biryardayina di warê hejmara zarokan û dema navbera ducanîbûnan de ya bi azadî û bi berpirsîyarî û îmkana wergirtina agahdarîyê û perwerdebûnê, mîna navgînên ji bo bicîhanîna vî mafî pêwîst in, mafên wekhev; f) di warê wesîtî û pêbawertîya ji bo zarokan, welayetîya zarokan û pêsikandinê, an jî rewşên mîna wan de, maf û berpirsîyarîyên wekhev, heger mefhûmên weha di qanûna neteweyî de hebin, menfaeta zarokan divê berîya her hertiştî bê; g) mafê hilbijartina navê malbatê, pîşe û kar jî tê de, di dîtina şexsî de ji bo mêr û jinan mafên wekhev; h) çi belaş pêk bê, çi jî bi heq pêk bê, di warê xwedîbûn, bidestxistin, lênerîn, birêvebirin, berdestkirin û firotina malûmilkan de mafên wekhev.

2. Divê dergîstîbûn û zewaca zarokan tu encameke hiqûqî nedin û qanûndanîn jî tê de, divê hemû tedbîrên pêwîst bên stendin, da ku ji bo zewacê temenê herî piçûk bê tesbîtkirin û qeydkirina zewacê ya resmî mecbûrî bibe.


Beş V

[edit]
  • Bend 17
1. Bi ketina vê Peymanê ya îcrayê re û piştî tesdîqkirina dewleta endam a sîhûpêncem, an jî razîbûna 23 pisporên di qada ku Peyman lê tetbîq dibe de xwedîyên kompetenseke mezin û xwedîyên exlaqekî bilind in, divê komîteyek (ji niha û pê ve navê wê dê komîte be) ji bo rakirina dîskrîmînasyona jinan a ji 18 kesan pêkhatî bê danîn, da ku lê bikole, bê di tetbîqkirina Peymanê de çi pêşveçûn çêbûne. Dewletên Peymanê divê pisporan ji nav hevwelatîyên xwe destnîşan bikin û ev kes divê karê xwe bi taybetmendîyên xwe yên şexsî ve bi temamî bibin serî; li vê derê divê dabeşbûneke coxrafîk a adil û hem temsîlbûna kulturên cuda û hem jî ya sîstemên hiqûqê yên giring li ber çavan bê girtin.
2. Endamên omîteyê divê ji lîsteyeke navên kesên ku ji alîyê dewletên Peymanê ve hatine pêşnîyazkirin, bi dengdaneke nihênî bên hilbijartin. Her dewleteke Peymanê dikare ji nav hevwelatîyê xwe namzedekî/ê pêşnîyaz bike.
3. Hilbijartina yekem divê piştî roja derbasbûna vê Peymanê bi şeş mehan bê çêkirin. Herî dreng sê mehan berîya roja hilbijartinê, divê sekreterê/a YNyê yê/a giştî bi nivîskî ji dewletên Peymanê daxwazê bike ku ew di hindurê du mehan de pêşnîyazên xwe bişîne. Sekreterê/a giştî divê ji hemû navên ku dewletên Peymanê pêşnîyaz kirine, lîsteyeke alfabetîk çêbike û wê lîsteyê ji dewletên Peymanê re bişîne.
4. Hilbijartina endamên Komîteyê divê di civîneke dewletên Peymanê de ku bi bangkirina sekreterê/a giştî li navenda YNyê çêdibe, bê çêkirin. Di vê civînê de ku gava ji sisêyan duduyê dewletên Peymanê hazir bin desthilata wê ya biryarê heye, divê namzedên ku ji dewletên Peymanê yên amade û dengdayî, dengên herî bilind û piranîya tam bistîne, bibin endamên Komîteyê.
5. Endamên Komîteyê divê ji bo peryodeke çar salan bên hilbijartin. Ji bo neh endamên ku di hilbijartina yekem de hatine hilbijartin, peryoda wezîfeyê piştî du salan biqede. Hema piştî hilbijartina yekem, divê ev neh kes ji alîyê serokê/a Komîteyê ve bi pişkavêtinê ve bên tesbîtkirin.
6. Hilbijartina pênc endamên Komîteyê yên din jî divê piştî tesdîqkirin, an jî razîbûna welatê sîhûpêncem li gora qaîdeyên di xalên vê bendê yên 2, 3 û 4an de çêbibe. Peryoda wezîfeyê ji bo du endamên ji van neh endaman ku di vê carê de tên hilbijartin, divê piştî du salan biqede; ev herdu endam divê ji alîyê serokê/a Komîteyê ve bi pişkavêtinê ve bên tesbîtkirin.
7. Ji bo dagirtina cîhên vala, divê dewleta Peymanê ya ku endametîya pisporê/a wê ya Komîteyê qedîya, ji nav hevwelatîyên xwe bi şertê qebûlkirina Komîteyê, pisporekî/e din tayin bike.
8. Endamên Komîteyê divê bi qebûlkirina civîna giştî ve, bi şertên ku civîna giştî li gora giranîya wezîfeya ku Komîteyê daye ser xwe biryarê dide, meaşî ji YNyê bistîne.
9. Ji bo ku Komîte li gora vê Peymanê, wezîfeya xwe bi awayekî efektîv û bi temamî bi cîh bîne, divê sekreterê/a YNyê yê/a giştî, personel û cîhazên pêwîst têxe xizmeta wan.
  • Bend 18
1. Dewletên peymanê berpirsîyarîyê digirin ku ji bo lêhûrbûna komîteyê, divê di derheqê qanûndanîn, tedbîrên hiqûqî, birêvebirinî û yên din de ku wan ji bo pêkanîna qaîdeyên Peymanê stendine û di derheqê gavên bi vê minasebetê hatine avêtin de,
a) piştî derbasbûna ji bo welatê eleqedar, di hindurê salekê de û
b) piştî wê, bi kêmanî her ji çar salan carekê û wekî din jî li ser daxwaza komîteyê ji sekreterê/a YNyê yê giştî re raporekê bişîne.
2. Rapor dikarin faktor û dijwarîyên ku tesîrê li bicîhanîna berpirsîyarîyên vê Peymanê dikin bidin zanîn.
  • Bend 19
1. Kommîte divê bi xwe nîzama karê xwe qebûl bike.
2. Kommîte divê birêvebirina xwe ji bo du salan hilbijêre.
  • Bend 20
1. Kommîte ji bo li raporên ku li gora benda vê Peymanê ya 18an hatine binihêre, divê normal salê herî pir du hefteyan bicive.
2.Civînên komîteyê di halê normal de, divê li navenda YNyê, an jî li cîhekî minasib ê din ku komîteyê dîyar kiriye bên çêkirin.
  • Bend 21
1. Komîte divê her sal, bi rêya şêwirdarîya aborî û civakî ve, rapora xebata xwe pêşkêşî civîna YNyê ya giştî bike. Komîte li ser bingehê raporên lêhûrbûyî û agahdarîyên ji dewletên Peymanê hatine stendin, dikare pêşnîyaz û tewsîyeyên giştî pêşkêş bike. Divê pêşnîyaz û tewsîyeyên giştî yên weha, tevî kommentarên dewletên Peymanê yên muhtemel di rapora komîteyê de cîh bigirin.
2. Divê sekreterê/a giştî, raporên komîteyê ji bo agahdarîyê teslîmî komîsyona ji bo statuya jinan bike.
  • Bend 22

Gava li ser pêkanîna qaîdeyên vê Peymanê yên ku dikevin çarçoveya xebata wan minaqeşe bên kirin, divê mafê organên beşan ê nûnertîyê hebe. Komîte dikare ji organên beşan daxwaz bike ku li ser bicîhkirina Peymanê ya ku dikeve çarçoveya xebata wan, raporan bişîne.

Beş VI

[edit]
  • Bend 23

Di vê Peymanê de divê tu tişt ne tesîrê li qaîdeyên ku wekhevîya jin û mêran di dereceya bilind de pêş de dibin bike û ne jî tesîrê li yên ku a) di qanûna dewleteke endam a bingehî de, an jî b) di peyman, lihevhatin, an jî lihevkirinên navneteweyî yên din de ku ji bo dewleteke weha derbas dibin bên peydakirin bike.

  • Bend 24

Dewletên Peymanê berpirsîyarîyê werdigirin ku di asta navneteweyî de, hemû tedbîrên pêwîst bistîne, da ku mafên vê Peymanê yên qebûlkirî bi temamî pêk bîne.

  • Bend 25
1. Ev Peyman ji bo îmzeya hemû dewletan vekirî ye.
2. Sekreterê/a YNyê yê/a giştî ji bo depozîtorê/a vê Peymanê tê tayinkirin.
3. Ev Peyman tesdîqkirinê şert datîne. Belgeya tesdîqê divê li ba sekreterê/a YNyê yê/a giştî bi emanetî bê hilanîn.
4. Ev Peyman ji bo beşdarîya hemû dewletan vekirî ye. Beşdarî bi rêya ku belgeya beşdarîyê emanetî sekreterê/a YNyê yê/a bibe, pêk tê.
  • Bend 26
1. Daxwaza guhertina di vê Peymanê de, kengî be dikare ji alîyê dewleteke Peymanê ve, bi şandina danzanîna nivîska ya ji sekreterê/a YNyê yê/a gişî re bê kirin.
2. Civîna YNyê ya giştî li ser tedbîrên muhtemel ên ku divê bi minasebeta daxwazeke weha bên stendin, biryarê dide.
  • Bend 27
1. Ev Peyman roja sîhî ya piştî roja ku belgegeya tesdîqê, an jî belgeya beşdarîyê ya bîstem emanetî sekreterê/a YNyê yê/a giştî bibe, dikeve îcrayê.

2. Piştî emanetkirina belgeya tesdîqê, an jî belgeya beşdarîyê ya bîstem, ev Peyman ji bo her dewleta ku wê tesdîq dike, an jî bi belgeya beşdarîyê ve xwe pê ve girê dide, roja sîhî ya piştî roja emanetkirina belgeya wê ya tesdîqê bi xwe, an jî belgeya wê ya beşdarîyê bi xwe, derbas dibe.

  • Bend 28
1. Sekreterê/a YNyê yê/a giştî divê tekstên şerhên dewletan ên bi minasebeta tesdîqê, an jî girêdanê qebûl bike û şerhên weha bi hemû dewletan bide zanîn.
2. Ji bo şerha ku bi armanc û mebesta vê Peymanê re nelihevkirî be, divê destûr neyê dayin.
3. Şerh kengî be, dikare bi rêya danzanîna sekreterê/a YNyê yê/a giştî bê rakirin ku ew jî divê di vî warî de hemû dewletan agahdar bike. Danzanîneke weha divê ji roja wergirtinê derbas bibe.
  • Bend 29
1. Li ser şirovekirin, an jî bicîhkirina vê Peymanê, di navbera du, an jî gelek dewletên Peymanê de her lihevnekirineke ku bi rêya danûstendinan ve bi ser Peymanê ve nehatibe kirin, li ser daxwaza yekê ji wan, divê teslîmî hikmê jihevgerandinê bibe. Heger herdu alî, ji roja daxwaza jihevgerandinê pê ve, di hindurê şeş mehan de nikaribin li ser miameleya jihevgerandinê li hev bikin, yek ji alîyan dikare lihevnekirinê bi daxwaza li gora destûra dadgehê, bibe dadgeha navneteweyî.
2. Her dewleta Peymanê gava vê Peymanê îmze dike, an jî tesdîq dike, an jî xwe pê ve girê dide, dikare xwe bi xala vê bendê ya yekem ve girêdayî nebîne. Dewletên Peymanê yên din di pêywendîyên xwe û dewleta ku ev şerh danîye de, divê xwe bi xala vê bendê ya yekem ve girê nede.
3. Her dewleta Peymanê ya ku li gora xala vê bendê ya duyem şerha xwe danîbe, kengî be, dikare bi rêya danzanîna sekreterê/a YNyê yê/a giştî vê şerhê rake.
  • Bend 30

Ev peymana ku tekstên wê yên bi erebî, îngilîzî, fransî, çînî, rûsî û îspanyolî wekhev muhteber in, dê emanetî sekreterê/a YNyê yê/a giştî bibe.