Para Me Xoze
Appearance
Timî para me xoze
Timî para me jare
Berdij mînan Newroze
Pîrozek bêji mare
Diyare bo me doje
Ji ferman û qirare
Dost û yara me boze
Me daye des neyare
Ger û dewra me bende
Li ser me kund dixwîne
Me tuneye tu dewlet
Di perlûka hcbûnê
Ziha û him derinde
Jime dinoşê xwîne
Bi tevdîr û sîyaset
Siçêrin ser birînê
Li ser me tim hejarî
Li ser me îro şîne
Ji bo me restegarî,
Kul û derd û birîne
Bo dijmin û neyarî
Jîyan û hingivîne
Gerdûn wisa biwxarî
Heya kengî bimîne
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |