Jump to content

Muhbetê Mihnet

From Wikisource
Muhbetê Mihnet
by Melayê Cizîrî
307728Muhbetê MihnetMelayê Cizîrî

Muhbetê mihnet di zor in
Hub dibêm bêşek bela ye
'Umr û jî xweş pê diborin
Sotin û derd û cefa ye

Sotin û derdê evînê
'Illetê dax û birînê
Xweş dibin ma ew bi dînê
şerbeta lêva mufa ye

Her dilê sotî bi ulfê
Yar ne derman kit bi zulfê
Ta ebed ew bend di qulfê
'Işiq derdek bêdewa ye

'Işiq derdek bêtebîb e
Lê mufa wesla hebîb e
Kuştime cewra reqîb e
Pir le'înê rûsiya ye

Dax û key min lê hezar in
Gul di dest şewkên bixar in
Surperî dêw wê l' kinar in
Ehremen xatem reva ye

Teb'ê dêwan dest gehiştê
Hor û wildanên bihiştê
'Aşiqê dilbendê qiştê
Can bidit yek car rewa ye

Mihnet û cewra hebîbî
Qehr û azara reqîbî
Heq tinê da min xerîbî
Lê şukur baxwoy we daye

Rohniya wê şewq û tavê
şerbeta qend û gulavê
Kes nehin mehrûm ji navê
Lê tinê bo min xela ye

Bênesîb min dî ji camê
Dûridûr mehrûm ji ramê
Girtiyê wê qeyd û damê
Ev xerîbê canfida ye

Dûredest im bênesîb im
Dilberim xanim hebîbim
Pir ji dîna te xerîb im
Rûh û rahet min liqa ye

Pir mulazim têm liqayê
Mame hetta multeqayê
Min rihê şîrîn didayê
Hudhud er mizgîn bidaye

Hudhudê ridwanê xeybê
Sed xeber şîrîn ji ceybê
Da dilê min murde hey bê
Guh li rê min wek seba ye

çehvenêr im guh li rê me
Lê seba rê da ye bê me
'Erdihala muhbetê me
Bendeyek sadiq Mela ye

Canfidayê min di rê da
Firqetê derbek we lê da
Qalibek bêrûh e wê da
Kuşt dibêm min lê rewa ye

Dem bi dem ew çehvenêr e
Bête nîşanek me jê re
Da bibit ew zinde vê re
Yarê sadiq bêbiha ye

'Aşiqên sadiq di kêm in
Ma dibê sed can fidê min
Zanim ew najîte bê bin
'Aşiq û pir mubtela ye

'Alim în em vê dizanîn
Cism e ew em rûh û can în
Qet ji hev batin xwiya nîn
Gerçi zahir ew cida ye

Hudhudê wê remz û razê
Ba bû ew çû goft bi sazê
Qisse bir behsa mecazê
Qasidek xweşteb'-i ba ye

Ba demê weqtê mecal da
çû kû ew yareh bi pal da
Qisseya halî bi hal da
Guh didêrit yar-i ba ye

Muhbeta mehbûb û latan
Pir vekir zîwersifatan
Daye qelb û rûh û zatan
Roj di mir'atê xwiya ye

Muhbeta sorî du qism e
Qufl û miftah û tilism e
Hin ji rûh in hin ji cism e
Nar û nûr e hin hewa ye

Hubbê cismanî du roj in
Gerçi dil pir pê disojin
Xef ceger peykan dinojin
Mislê neqş-i bêbeqa ye

Gul heta sohr in bi tê ve
Bên tebessum pê ve pê ve
Bilbilê serxweş di nêv e
Nexme û nal û newa ye

Herçi cilwa bû ji navê
Nû gulek dî girt xwinavê
Wî ji dil çû muhbeta vê
Ew bi ya dî ra teba ye

Herkesê muhbet ji rûh e
Mubtelay nûra subûh e
Wî di dil da sed curûh e
Cezbe û lerzîn û ta ye

Herdu rûh yek nûrê tav in
çerxek û du stêr di nav in
Herdu dane murxê dav in
Ismê hey dav lê veda ye

Nûr e pir nadir wucûd e
Gerçi ewwel nar û dûd e
Berqê lami' dê li kû de
Hub di qelban kîmiya ye

'Arif î cewherşinas î
Ê bi vî wesf û libasî
Dê qedir behter binasî
Meq'edê sidqê ceza ye

Dûr nekî da wî ji derê xwe
Wernegêrî ji wî berê xwe
Boriye ew di serê xwe
Ser di nava rê nihaye

Ma dibit ew dûredest bit
Dê ji fincana te mest bit
Cam ji şehkasê bi dest bit
Ebteran ew mey dewa ye

Yarê pir husnek li bal bû
Dilberek xayet cemal bû
Ew bi hal ageh bi hal bû
şubhê wê şefqe w 'eta ye

Mehdera wî xeyrixwazî
Nukteyek j' wê remz û razî
Wê bi dil seh kir ji sazî
Muxnî û qanûn û nay e

Yûsifê dewr û zemanî
Go nesîm han vî nişanî
Lê ji bo nekhê dehanî
Nexweşan ew lê şifa ye

Mawera belgên gulê bû
Bihn û bûya kagulê bû
Darûwê qelbê Melê bû
Lew bi çehvên min cila ye

Banesîm dê çî lezînî
Sax û salim ma tu bînî
Vî kumêdî lê gehînî
Da siwar bit lê peya ye

Xefletî, bayê nesîm hat
Xef ji bal yarê kerîm hat
Pir bi ihsanek 'ezîm hat
Qasidê şahê geda ye

Dil nefes dîsa bi ber hat
Lew hekîm Luqman bi ser hat
Nafi'ê derdê ceger hat
Tali'ê kewkeb numa ye

Min ko ew nîşan giheştê
Ev dilê sed dax-i reş tê
Zerreyek xweş lê neheştê
Ismê e'zem pê gihaye

çûme ser pişta kumeydî
Min jî pir ew jan û key dî
Behr û ber me l' ber xwe tey dî
Deşt û çol û Kerbela ye

Me w nesîm xweş pence têk ra
Wê diçîn wek teyr-i vêk ra
Behsê zulfa yarê pêk ra
Borê 'işqê pir fira ye

Gunbeda nûrîn xwiya bû
Spêdeya sadiq numa bû
Yek bi yek şewqê veda bû
Qesr û eywan û sera ye

Qumrî û bilbil dixwînin
Lê 'eceb ew xweş dimînin
Her seher mehbûb dibînin
'Endelîb vê ra teba ye

Buxçeya sorgul di geş tê
çîçek û reyhan-i reş tê
Dilrubayan tîne geştê
Sinbilan ta-ta sema ye

Sebzeya şebnem gulav lê
Sor'eqîqan dur xwinav lê
Dilberan seyran û rav lê
'Er'eran sîtab-i daye

Bûm şerîf ez b' asitanê
şahidên wê gulistanê
Saqiyan cam cam didanê
Kewkeban seywan veda ye

çendekê çemen xwirem bû
Lê medam ew subhedem bû
Min bi hiş baxê Irem bû
Lê seba go min Seba ye

Sef bi sef wildan perî bûn
Bendê zulfa 'enberî bûn
Têk li dêmê muşterî bûn
Reqs û govend û sefa ye

Pir 'umir min çû bi suxtî
Lê şukurxwaz im ji bextî
Zuhreyek bû ew li textî
Belko bêm şemsu d-duha ye

Perdeya xelwê ko hilda
Yengiyek min dî di mil da
Gezmeya jehrî li dil da
Qet nego qetl û xeta ye

Hadirî çûm secde jê ra
Lê niyet ihram ne vê ra
'Aşiqê ev gezme tê ra
Herçi ta'et kit rewa ye

çûm ziyaret pê û destî
Lê nehişt ewwel bi qestî
Da bisojit rûh û hestî
'Aşiqan sotin ceza ye

şerbeta wesla xwe nadet
Ta hinek 'aşiq ceza det
Dilberan ev reng e 'adet
Mehrûyan kemtir wefa ye

Pîşe'ê wan xenc û naz e
Sen'etê 'aşiq niyaz e
Yar li ber zazan 'icaz e
şerbeta şîrîn mufa ye

çûm tewafa pê û destan
şubhetê sekran û mestan
Ehlê hal û xobperestan
Wan ji 'umr ev mudde'a ye

Tilliyên nazik şemalîn
Min li ser çehvên xwe malîn
Talibê werdên bixal în
Dil di vê fikrê teya ye

çû 'umir mi d' vê xiyalê
Ma şevek 'îdan di salê
Bêm ziyaret zulf û xalê
Roj û şev min ev du'a ye

çerx ditirsim kit şitabê
Zû ecel pê det rikabê
Can biret mi d' vê 'ezabê
Ev siyahreng ejdeha ye

çendekê sadiq cema bin
Er bibêjî can fida bin
Wek Melê lazim tu nabin
Wî ji dil canê xwe daye


This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago.