Meh û Mîhrî Be Xaret Da
Appearance
Meh û mîhrî be xaret da be şu’ley şem’î ruxsarî
Gullstanîş be yexma çû le tengîy xunçey zarî
Le neş’ey dîdey mestî hemû meyxane wêzan in
Hemû kes beste zunnar e le sewday zullfî tatarî
Rewan perwaney nar e, minîş wek çawî bîmar im
Zemanim wek şewî tar e, dila wek xunçe xun xwarî
Dill û can û rewan û ten weku îman û dînî min
Fîdayî ruxsarî gullnarî, nîsarî zullfî terrarî
Dexîl ey çawî cadûger bifermû merduman yekser
Dellên xewtûy bêdar î, dellên mexmûrî huşîyar î
şu’a’ û şe’şe’ey mîhr î, eşî’’e û mîş’elî bedr î
Le sayey pirr tewî rût e be qurban nûr î ya nar î
Bipirse Hacî to carê le zullf û perçemî xwarî
Billê: Ger tarî yî boç mar î? Billê: Ger mar î boç tarî yî?
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |