Mahî Ser Çawey Heyatim
Appearance
Mahî serçawey heyatim kewte bend û dawî şest
Piştî destî xom le heywanî û le bê’arî negest
Kame Luqman kewte çengî pîrî, destî baneda
Kame Rostem tûşî bû, ney xist û dest û pêy nebest
Hênde sûret zor buwe, me’na le beyna win buwe
Êstekê bê sûret û me’na ye ‘eybî bitperist
Xeyrî çawî nûstûy bêdarî to nemdîtuwe
Bênezer kirdin besîr û merdumî huşyar û mest
Zullfî bo def’î hucûmî leşkirî sulltanî xet
Kewte xak û serkeşî dana weku ‘ehdî “eles!”t
Ba wicûdî newcewanî xettî sewzî derkewê
‘Ehd û peymanî nebû mû, bo ye piştî pê nebest
Dawe mûyekî be dunya û be ma fîha nedey
Hacî ger ehbabekî canî be canît kewte dest!
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |