Li Wî Qametek Mutedil Bû Letîf
Appearance
Li wî qametek mu'tedil bû letîf,
Ne kurt û dirêj û ne zexm û zeîf.
Ne reş bû, sipî-sorekî esmerî,
Mudewwer bû wech û rihên enwerî.
Ewî çav û burhê mukehhel hebûn,
Ji deh tayan şeyba wî neh zêde bûn.
Bi roj û bi şev, hem li pêş û li paş,
Wekî yek didî, haşe înJcari haş!
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |