Ketme Êşa Cerh û Zexman
Ketme êşa cerh û zexman ez ji qewsa rûheval
Mislê baranê dibarin tîr ji wan muşganê al
Keşmekeş tê da me ez alem li ber çeşmê xeyal
Dilber im tirsa ye natirsit ji zenban û webal
El-eman sed el-eman ey mexbeça gerdan-xezal
Fikrê min ew qameta şimşadî ye der roj û şeb
Roz û şeb yeksane yekreng e ji bo min der teleb
Goşê ber qewlê reqîban kir hebîb im bê sebeb
Min ji ber derdê fîraqê pare bû cerg û kezeb
El-eman sed-el eman ey keckulahê rû-bi-xal
Sed hezar sewgendê min ewtadê zulfê xem bi xem
Hem bi an tacê Qûbadî kec wekî şahê Ecem
Nabitin dil yek nefes xalî ji seffê derd û xem
Bes ke tetwîla firaqê came ketye ber elem
El-eman sed el-eman ey şox û şenga pur delal
Sed sebahul-xeyrê min ber xakîpayê dilberê
Îsewî teb’ê, kubarê, nazikê, dêm-enwerê
Çeşmê hûrî, werdê curî qedd û qamed ‘er’erê
Der lehîbê ateşê ez ketme pencê beglerê
El-eman sed el-eman ey bejn û bala î’tîdal
Min ji narê bu’d û dûrî, cerg û dil têk bû kebab
Şefqe ke ber min feqîrî bêkesê can der ‘ezab
Werdê me subh û mesaya, leyte nî kuntu turab
Ah ji destê zilmê te, min dîn û dinya bû xerab
El-eman sed el-eman ey nazika qenc a şepal
Min ji zatê dilberê weslek bi zarî kir meraq
Zalima tirsa bi çi naket bi min re îttîfaq
Bûme der çerxê firaqê mislê bedra der mehaq
Muntezir mame ji bo rehmek di nîv narê firaq
El-eman sed-el eman ey çeşmê ebrû der qîtal
Bax û bostanê biharê têk me bû beyt-ul hezen
Xulxul û awazê ‘eşq im çû heta Şam û Yemen
Çûm hilak ez firqetê firyadê min Weys-ul Qeran
Xemzeyê çeşmê di şehla can deranî ez beden
El-eman sed el-eman ey şahê ew rengê cemal
Can ji te’sîrê fîraqê ketye halatê şedîd
Narê ‘eşqê ba diket her sa’etek hel min mezîd
Tên ji van curhê di kul her dem hezar xwûn û sedîd
Dil di sehrayê fîraqê maye nalan û wehîd
El-eman sed el-eman ey zilm û te’da bêfesal
Eynê canê der beden hem qeweta sem’ û beser
Bo minê bêçare ke carek bi şefqet yek nezer
Dûriya zatê hebîbê nar û pêtin der cîger
Bûm ji asarê mehebbet bê sikûn û bê meqer
El-eman sêd el-eman ey çeşmeê abê zelal
Wesfê zulfû xal û purçem min di zimmet de ferîd
Ger çi hicranê bike ser min tewîl û hem ‘erîd
Der qezayayê mehebbet nakim ez eks û neqîd
Şemsa dil derket ji ewcê maye der nûqta hedîd
El-eman sed el-eman ey çêtir ez milk û menal
Şerbetek abê serahê bexşî ke beran feqîr
Da ji ihsana te carek cebrî bit qelbê kesîr
Bendeyê pîrê muxan im ey şehînşeh destegîr
Sakinê dêr im ji bo Îsaiyan mame esîr
El-eman sed el-eman ey min ji hicret nalenal
Tîr û rim pey pey dibarin ber dilê kul bê ’eded
Şewqê yarê keckulah, têk pare kir cerg û kebed
Xaif û lerzende me ez ketme nêv pencê esed
Derdê hicranê qetî kir canê şêrîn ez cesed
El-eman sed el-eman ey husna sûret bêmîsal
“Rûhî”yê dilkul ji bo te erdî kir halê ‘ecîb
Belkî rehmet kî li ser min bêkesê miskîn, xerîb
Erdê xizmet kir me îna xakîpayet ev ketîb
Pur melûl im, pur hezîn im, dil bi derd im, can-kebîb
El-eman sed el-eman ey şahidê zîba xîsal
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |