Ji Mabeyna Du Ebrûyan
Appearance
Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynî
Te'ale l-lah binê remzê çi reng avête mabeynî
Binê nûnên li ser şadan ko katib guşe lê badan
Seraser qaf-i ta qafe rumûza hikmeti l-'eynî
Beqa nînin li bo tiştî heta kengê bikîn piştî
Di 'işqa wan perîrûyan werin dinyayê da deynî
Bi berqa şîr û elmasan bi tîrêjên di şehkasan
Seraser ehlê dunyayê disojî terfeti l-'eynî
Mela bi l-lah di vî dewrî bi vî rengî bi vî tewrî
Nişan da wek Nişanî kes deranîn dûr ji behreynî
This work was published before January 1, 1929, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |