Girtiyên Azadiyê
Appearance
- Generalekî tirsonek zalimekî bê însaf
- Dîwaren qalind bê pencere avakir
- Dergihên hesinî bi quflên pola dadan
- Zindanên bin erdê zindanên sarî tarî
- Bi hostayiya sedsala bîstan pekanî û li
- Ber dergeh peyeyên bê mêjî
- Mirovên potîn res gerdeyanên robot raçikan
- Welat hezekî ser hisk, ko carekî got na êdî bese
- Li vê keleha zerhî kire mihvan
- General hertist je stand serbestî çek dê û bav xûsk û bira
- Jê stand roj û xewnên sêrîn ronahî jê stand
- Lê ma behwerî
- Lêdan dane kehrebê hilwesandin kor
- Kirin sûtandin diran rakisandin
- Neynûk rakisandin namûs hingavtin
- Marsen sofînî pê dane xwendin
- Pîsî pê dane xwarin, lê çekê wî dawî
- Behwenya wî nehejandin
- Seveke havîna germ heyv li ezmana di
- Bisirî û stêrkaw xwe bi ser Herekorê û
- Geverê de
- Bi hisret newq dikir wê sevê
- Dengê gula tivinga pêsmerge ji Geverê
- Firî û li Diyarbekirê danî
- Dîwarên qalin çirand û mizgînî anî ji
- Girtîyên azadîyê re