Feleka Etlesê
Feleka etlesê sergeşte di cama me hebab e
Mewc didit qulzemê 'işqê me li serdest e xurabe
Dil kemerbeste'ê 'işq e me xwe zunnariperest în
Mey û me'şûqe du'ayê me û seccade qibab e
Ji hicabê were der nazik û mestane bimeş tu
Te cehan zîr û zeber kir bi Xwidê ev çi hicab e
Destê Cibrîlî hilavêtî ji bejna te niqabê
Bi yeqîn Qaf e li rojê were der sîne niqab e
Me bi işraqî su'alek ji lebê xunçe kuşa kir
Go bi ilhamê dizanî di su'ala me cewab e
Tu binê sazê bi awazê çi rengî me dixwazit
Ellah Ellah bi Xwidê qet dibihî ev çi xitab e
Guh de nayê ji lebê le'l-i bi qanûnê hikayet
Dê çi şehde bi defê ra bidirit şehde rebab e
Xweş perîşansifet û mecme'e'ê şûretê hal în
Pîrê 'işq în û ciwanteb' û dilê 'ehdê şebab e
Dûredest în ji xiyalan me divê yek ji Xwidê ra
Xef di behsa me ji dil bêt û birit 'eyn-i sewab e
Me muşerref ke du çeşmên me bisata qedemê ke
Pir li nik min heye mey mêze ke min sîne kebab e
Kesk û soran tu binê çerx-i li dora du hilalan
Du qeran mane beraber şefeqê perde 'isab e
'Er'eran ta di şepal in wereqan cezbe ye vê ra
Nêrgizan ser di giran in li binefşan xem û tab e
çîçekên qewsê qezeh reng-i hezar reng-i sema ye
Sinbilan girtî xwinav û li gulan taze gulab e
Mest û hişyar-i heme keckuleh in reqs û sema tên
Ez nizanim çi neseq keyf e nizanim çi şerab e
Xaka payên te di rêza seg û tolan xwe dinasîn
Me ne sûc û ne gunah û ne xeta ev çi 'itab e
Ji wisala xwe zekatê bide miskîn û feqîran
Ko cemala te ye kamil di kemala xwe nişab e
'Aşiqê mes'elexwahê were em muftiyê 'işq în
Destekê sunnet e tê da di yekê neşşê kitab e
Dil bişû tu j’ vê nifaqê ko bidit sîne beraqê
Bi şefa hemrehê erbabê dil û ehlê şefa be
nezera 'eynê 'inayet bi me da şahê wilayet
Ji 'inayet nezerê dil me tejî 'ilmê 'ubab e
Lebê le'lên te dibê her bi yekê nuqte'ê 'ilm in
Bi xetê herfê elîf cezme şubê helqe'ê bab e
Xet û xalên te bi mû mû ji me ra mes'elego yin
Me ji wan haşiyeyan sîne tejî şerhê lubab e
Ab-i heywan te divê rast-i binoşî şebê qedrê
Destê ber gerdenê pîr pêc û xem an zulfê duta be
Me ji biskên te girihdar-i ji bextê xwe girê ne
Me ji zulfên bi xem û tab-i di dil da xem û tab e
Te divê berq û birûskan bireşînî tu nezer de
Te divê roj-i xwiya bit ji şibakê tu xwiya be
Te divê zîr û zeber kî me du zulfan bide ber ba
Te divê qenc-i qiyamet li me rabit bi xwe rabe
Qesd-i serçeşme'ê heywan-i heqîqet ke Nişanî
Bi cehanê mebe mexrûr ko cehan 'eyni serab e
Serkeşî, şîwe'ê erbabê wefa nîne, rihê min
Te ji dil şohtî Mela bes bi Melê ra bi cefa be
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |