El Wefayî Wesla Canan Xemzîdara Min
el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat
ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat
mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat
subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat
derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen
bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten
şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen
mûnisê derd û xeman im sakinê beyt-ul hezen
tar û mar im, întîzar im, sehsiwara min nehat
pertewa şem'a cemalî, min disojit dem bi dem
iştîyaqa zulf û xalan têk kirim deryayê xem
dame ber pêça fîraqê, weslê qet nakit kerem
ma mededkarê me bit "înna fetehna" subh û dem
weme,sotim ateşê dil, şehriyara min nehat
şubhemestan im weku dîwane ez dîwaneser
badeoş im, pirxuroş im, bêyîhoş im derbider
hesret û hicrin keser mehbûb û xeyrin bîn'nezer
bîlfîraqê lî'ttelaqî bê sikûn in ta seher
xwabê nûşîn ba ezîz im, dilnîgara min nehat
meclisa bê saz û hey-hey, min nevêt naçimeyê
bê defû bê çeng û bê ney, min nevêt naçimeyê
bezmeya bêyara batê min nevêt naçimeyê
bêfîraxet yara batê 'eşwekara min nehat
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |