Eger Lêdane Meqsûdit
Appearance
Eger lêdane meqsûdit befermû
Weger qetlle meramit ha desa zû
Le rêy Xuwa meyke tehsîldarî ême
Reqîbî kafir û bêdîn û bedxû
şew û rojê debirjêm û deqirçêm
Be sûtin îktîfa nakem weku mû
Gelawêj e gelawêjî du çawit
Direwşawe, ser û rîşim sipî bû
Ke xoyan xiste behrî eşkî xwênîn
Dill û can bo tewafî xallî hîndû
Be qewlî tacirî deryayî exbar
Dillî dêwane tê çû, rohî derçû
Eger dîqqet biken Hacî dezanin
Le ber çî şêxekan wa bûne kendû!
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |