Eger Kurdêk Qisey Babî Nezanî
Eger kurdêk qisey babî nezanî
Muheqqeq dakî hîz e, babî zanî
Were ba bot bikem basî nîhanî
Tefennun xoş e ger çakî bizanî
Selaheddîn û Nûreddînî kurdî
‘Ezîzanî Cizîr û Mûş û wanî
Muhelhel, Erdeşêr û Deysemî şêr
Qubad û Baz û mîrî erdelanî
Emane pakyan kurd in, nîhayet
Le ber bêdefterî win bûn û fanî
Kitêb û defter û te’rîx û kaxez
Be kurdî ger binûsraye zubanî
Mela û şêx û mîr û padişaman
Heta mehşer dema naw û nîşanî
Be zîddî mîr û paşaman birawe
Bes e ba bêyne ser rêy mîhrebanî
Ke deygut şêxî min: Min destgîr im
Le lam wa bû le ber cehl û ciwanî
Ke pîr bûm tê geyiştim destî girtim
Le kesb û kar û tehsîlî me’anî
Bellê şêx qutb e emma qutbî aş e
Be aw û nî’metî xellq e gerranî
Le bo jin dê le kollan wek segî har
Le jin helldê be mîslî ker le xanî
Billê bew serkizolley kuzperiste
Be çawî kildiraw û rîşî panî
Ke nef’êkit nebê bo dîn û dewllet
Be min çî neqşbendî ya nemanî
Kesê pîyaw e ke danê wek Hem Axa
Le bo ebnay cînsî nan û xwanî
We yaxud wek Emîn Axa be hîmmet
Bika bo qesrî mîllet pasebanî
Billê lem behse her kes munkîrî to n
Bifermû sehl e rêgey îmitîhanî
Be ummêdî dû sê dana ye Hacî
Durrî giran deda be herzanî
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |