Derdî Hebîb
Demkujê hukm e dezanim be Xuda derdî hebîb
Were sa beşqî Xua des le yexem berde gebîb
Were destêk bixeme gerdinî bilûrînit
Ta weku sifre le daxa bidirrê wirgî reqîb
Tali‘im nehs e etirsim ke be azarî fîraq
Bimirim û rojê nebê dewlletî wesllim be nesîb
çawî fettanî to ew sahîre cadûgere ye
Ke be yek ‘îşwe eda ‘abîdî sed salle ferîb
Ta le to dûr e dillî xemzede ey rahetî can
Meşrîq û mexrîb e mabeynî legell sebir û şekîb
Bê firaz nabê neşîb em qise tehqîq e welê
Min le rêy eşqî to nemdî be Xuda xeyrî neşîb
Xeyrî zullfe le ser sefhey rût sabît e ya
Gînet û gîbe ke memzûc e legell zînet û zîb
şêx degorrêtewe ger çawî be zullfit bikewê
Xerqe û sebhe be zunnar û çelîpa û selîb
Taqetî taq bûwe bêçar e le jêr barî fîraq
Bike rehmê be Reza, çak e terrehum be xerîb
şêx Se‘îd serdar e şêx me‘ruf heta hezkey necîb
Bo cewanmerdî û şeca‘et beynî beynella neqîb
Ger reqîb nebiwaye mabeynî ême key têk deçû
Kêr be kuz dakî mufetîn gû be rîş babî reqîb
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |