Dadê
Buhara jiyîna min bê te payîz e dadê
Bo min diyarê cenet bê te faiz e dadê
çêlkewa lingşikestî li pê hevalên xwe ma
çêlkew ez bim û negrîm ma qey caiz e dadê!
Dadê pir kûr menal, te ceger li min ne hişt,
Dewsa ken û lîrînê ah û zarîna xwe hişt
Girîn tirsê dide min xerab dike sîng û pişt,
Êdin xwîn, kêmê dizên! kanî.. karîz e dadê.
Her çend pol û petalên jiber xanûmanan man
Gelek qenc girê bide li birînên xwe eman!
Bijîşkên me çê dikin ji bo derdê te derman,
Hinek ji van Sekban in, hin jî Nafîz e dadê
Daw ne ma me maçîkir, paqij ne paqij be dest
Her kê ev halê me dît gotin (parsekî ye, geşt)
De wer ji ber vî derdî me be perîşan û mest,
Ne `eqil ma ne şiûr, ne jî hafîz e dadê
Xwarin, vexwarin tune hebe jî me sond xwarî
Pariyek bi hêsanî di qirika me narî
Dîtina te miyeser neke xudayê barî
Gav û demên me hemî, rojî.. pehrîz e dadê
Ji ber kêmaniyên xwe, li cem te şermisar in
Tenê tu kûr menal e, em ji te hêvîdar in,
Ji çavên me yên melûl hêstir ê xwîn dibarin
Jan a zirav tov me ke, eman! Pakîze dadê.
![]() |
This work is created in Syria and is now in the public domain there because its term of copyright has expired pursuant to the provisions of Law No. 12/2001, Syria's first ever copyright law. This work meets one of the following conditions:
|
![]() |