Cegerxwîn
Di dema heşê min wenda dibûyî
Mizgînek ji min re hat û got bixwîn.
Min cegerperitî, min dilhilûyî
Mêze kir ev mizgîn b'navê Cegerxwîn
Hevalê xoşewîst pesna gundê min
Bi ah û keseran pêşkêş didî min
Ji nû ve pêtek ar, da ser daxê min
Derd û kul tevdayîn tewşe Cegerxwîn!
Dêrik pir xweş e hêjaye pesnê
çi bikim nakev dest ji her vê xesmê
Bi dil birîndar in Kurdên vê neslê,
Ne ez û tu tenê hemî Cegerxwîn!
Ma Maden hindik e ji darên beran
Osmanye, Sêwrek, Mûşa-Serhedan.
Ji çayê Torozê heta Deşt-Rewan
Giş xabin!hin çêtir bizan Cegerxwîn.
Dizanim tu zanî, welat giş xweş e
Hin bajar hene ku tu lê na meşe
Mesela Elezîz çi lawkeleş e
Bidîta bi çavê şihrê Cegerxwîn.
Hevalo tu xweş bîtim bi dilê xwe
Welat buhiştîn tim bi sazê xwe
Saz bikî nava tilyên destê xwe
Da nezan bizanin tuyî Cegerxwîn..
![]() |
This work is created in Syria and is now in the public domain there because its term of copyright has expired pursuant to the provisions of Law No. 12/2001, Syria's first ever copyright law. This work meets one of the following conditions:
|
![]() |