Bo Mam Resûll Siyamensûrî
Appearance
Aferim Resûll newey şalyar
Sefray quzşkên wek kêr kalyar
Karwaney kêrit le ‘am meşhûr e
Kêriit be cê kêr gişt Siyamensûr e
Kesê bîbê heya û şerm û namûs
Ebed naka refîqî taqimî lûs
Eger sed sall bidey renc û neyangêy
Qisey wat pê dellên neygirtibê qamûs
Kêr ke hesta ne le bêgane depirsê ne le xwêş
Gurzî xoy her deweşênê çi le paş û çi le pêş
Heme kêrêkî qewî hênd be kunî tenga çûwe
Serûçawî hemû zamdar e perasûy hemû rêş
Ta milî xerq e le çerma weku sîwakî mela
Pirçî efşan e le ser piştî milî wek derwêş
Pallewanêkî qewî qoll e le mîlbazî da
Mehkem e rîşe û bêxî weku şaxî gamêş
çayekey mame Xefurim zerd e wek mîzî nexoş
îhtiyac naka be agir her be dû tirr dête coş
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |