Bi Husna Ehseni
Bi husna ehseni t-teqwîm û zahir soretê zat î
nezer dî »'elleme l-esma'« we batin 'eyn-i mir'at î
Di pabûsa semen sayê mi nêrî bejn û balayê
»Le'ellî ebluxu l-esbabe esbabe s-semewatî«
Ji vê teqwîm-i insanî nezer da sirrê subhanî
»Fe-haze l-wechu min ecla berahînin we-ayatî«
Ko nûra 'işqê lami' det li torê qelbê cami' det
Di seyra berzexi l-esma' nihayatu bidayatî
Nişanên turre tuxrayan di weşfê zuhre sîmayan
»Li-'inwani t-tecellî min bera'ati l-'ibaratî«
Dilo wer seyrê balayan di gulzara semensayan
»Bi-ha tehtezzu banatun lena min meysi qamatî«
Semaya cumle dêmdur tê bi i'caz ehlê sur pir tê
»Bi-ha teşteffu qamatun bi-'îdanin we-nayatî«
Semayê rast û çep tînin şemalên xasse hiltînin
»Fe-ya li l-lahi fî meylatiha min 'etfi banatî«
Bibêjin xemze elmasê bi zimzim bîne şehkasê
Ko hel kit me'nayên asê »fe-ya heyya lena hatî«
Dibînî nexmeya çengê dema avêhte ahengê
Bi qanûn wê dixwînit me »li-mî'adin we-mîqatî«
Ji remzên xemze çalakê bi dil dê bêne idrakê
»Me'anin lem yese'he l-lefzu min dîqi l-'ibaratî«
Ji nazik dilbera nazik di sehmê dî me i'cazik
»We-kem min xeşfi xizlanin ehabet leyse xabatî«
Ne tenha pêşiber yar în ji emrê »kun« xeberdar în
»We-men ehwahu sarin fî mesarî kullî zerratî«
»Huwe l-ewwel huwe l-axir huwe z-zahir huwe l-batin
Huwe l-me'bûdu we-l-meşhûdu fî kulli l-huwiyyatî«
Ji laşey'î ji me'dûmî me nasî sirrê qeyyûmî
»Sucûdî fî turabi l-mehwi min e'le l-meqamatî«
Bi heq rindê xerabat im ji dêrê vê demê hatim
çi hêvî hon dikin îro ji vî rindê xerabatî
Di 'işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me'anî me
»Li-zî hicrin we-çî qelbin şifa'un fî işaratî«
Di iqlîmê suxen mîr im di şi'rê de cehangîr im
»We-ye'lu mewkibe l-'uşşaqi e'lamî we-rayatî«
çi xweş nûrek zelal î tu di qelbê min şemal î tu
»We-qelbî heysu fîhi l-hubu mişbahun bi-mişkatî«
Teqada weh dikir hikmet ko çerx û lewleb û bab in
»Huwe l-fe'alu la texter bi-esbabin we-alatî«
Ezel 'eynê ebed yek an di deyyûmî yû qeyyûmî
Tenezzul tête tefşîlê »bi-anatin we-ewqatî«
Te'ale l-lah ji ihsanî bi dildarî bi dil danî
Mela îro te kir paşa li ser çehvên Melê hatî
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |