Berdêlk
-Ji loriya Bedirxan re-
-1-
Rabe mêze ke, hebek li doran
Te xew dirêj kir, em pir li ber man
Êdin mezin î, lolo lawecan
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
-2-
Hişyar be êdî, niho pir qenc e;
Axa Kurdistan, ji te re genc e;
Paşiya xewê, bi zane renc e,
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
-3-
Gurê devbixwîn kete nav berxan
Ma nizanî berx û berx zarê' Kurdan
Bûna armanca rimanên roman
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
-4-
Dewra felekê, eger ko kîn e,
Razan ji me re, qet bi kêr nîne
Mesken ne nivîn, dar û devî ne,
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
-5-
îro ye namûs, îro ye xeyret
Der û poxanan, em bûne ibret
Êdin bes nîne, divê hemiyet
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
-6-
çerxa felekê, eger nesîm e
Pêşî ko herçend, kozik kemîn e
çavê xwe veke, xwedê kerîm e
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
-7-
çiman nabêjî, gelo çi hal e,
Sebra me ne ma, binal bikale
Rabe ji me re, meydan kemal e,
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!
![]() |
This work is created in Syria and is now in the public domain there because its term of copyright has expired pursuant to the provisions of Law No. 12/2001, Syria's first ever copyright law. This work meets one of the following conditions:
|
![]() |