Bem Nehiwe Ye Serfî Îşqbazî
Appearance
Bem nehwe ye serfî ‘îşqbazî
Musteqbelî kemtir e le mazî
Ye’nî le me da ke bîkuje zû
Bêferq e heqîqet û mecazî
Em şî’re zerîfe xette çak e
Nûsîwmetewe le rûy beyazî
Keşşafî rimûzî ayetî to
Tefsîrî kebîrî Fexrî Razî
Bo qeddî zirawî bêjrawe!
Nêze û ‘elem û mesafe xazî
Neydawete min Xuda be miftî
Bem meşrebe xot meke be qazî
Em qafîye şayegan e emma
‘Eybî nîye cahîlî be razî
Ew rizqî muqerrerr e be xoy dê
Sed def’e bixwazî ya nexwazî
Qîrtasî û şehrrewa ye Hacî
Neqdîney to, be çî denazî!
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |