Ez û bêdengîya şevê
Me çava hev naskir
Çava ji hevdu hezkir
Wekê dostekî ji dûr
Ne ez dipeyivim ne jî ew
Çiqas xweşe bêdengîya şevê
Ez û agirê ronî dide şevê
Ew derdê xwe dibêje
Ez jî dilê xwe jê ra vedikim
Germ dibe dilê min
Geş dibe agirê wî
Çiqas xweşe agirê ronî dide şevê
Ez û ava diherike
Me çava hev dît
Hema hevdu naskir
Wî stranan got, qet ne peyvî
Min guh da wî, qet ne peyvîm
Çiqas xweş bû ava diherike
Ez û ronahîya li ser avê
Wî xwe hejand
Min xwe hejand
Wî xwe nêzik kir
Min xwe nêzik kir
Çiqas xweş bû ronahîya li ser avê
Ez û tîrêjên heyvê
Min destê xwe da wî
Wî min himbêz kir
Min berê xwe da wî
Wî dilê min ronî kir
Çiqas xweşe tîrêjên heyvê
Ez û dîlbera pozbilind
Min dilê xwe da wî
Wî nirx ne da min
Ez ser rêya wî bûm xalîçe
Ew ser min da gav da û çû
Çiqas zore dîlbera pozbilind
Ez û delala dildarê min
Min çi dikir
Wî min hez dikir
Rojekî min jî jê hez kir
Ji hezkirina min bawer nekir û çû
Piçek ecêb bû delala dildarê min
Ez û delala dilê min
Min jê hez kir
Wî jî min hez kir
Rojek min çavên xwe vekir
Zarokan destê min maçî dikir
Çiqas bi rûmete delala dilê min