Şahidê Qudsînişan Husn e
şahidê qudsînişan husn e ji remza ezel
Da me bi destê surê cama meya lemyezel
Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê
şondê bi xaliq dixwim roj e di Birca-hemel
Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî
Lew me ji meyxaneyê girtiye berder mezel
Her ji kevanê biweş qebdezerê goşereş
Gezme bi coht têne dil kes dimirit bêecel
Husn û sura şûretê kes didirit qudretê
Lew di eşil dûr e jê te'neyê »lemma efel«
Zorbe we têtin 'ereb têk-i çevandin qeşeb
Qenc-i bi çehvan me dî ceng û cidala Cemel
şîr û riman vêk-i ran pence birin têk-i ran
Lew me dikin jêk-i ran qîme dikin dil digel
Nazik û qenca şepal dil vegerînit mehal
Lê ji me dê dil bibit dil bi me dit bi muhtemel
Neyşeker û dêmdurê da me bi destê surê
Cam û qedeh şubhê av lew me rewan tên xezel
Gerçi di çehvên »ena« 'alem Mela kir fena
»Dûne fena babikum innehu 'ebdun eqel«
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |