Îd e û Da Alemê Bangi Şefayê Xas û Am
Appearance
'îd e û da 'alemê bang-i şefayê xas û 'am
Mah-i new ebrû numandin çû ji ber 'ewr û xemam
Xweş bi dor camê işaret kir hilalê saqiyan
Mahitabên zuhresîma çaridehsalî temam
Name tey kir roze'ê 'îdê vekir feşla meyê
Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam
şahidên gulreng-i saqî belkî nisrîn in beşer
Ê di lebsê erxewanî nêrgizên 'er'erxiram
Ya reb ew rûh in mucessem yan misalê rûh in ew
Lew bi sir caman dibexşin nazikên şêrînkelam
Ew çi 'alî gewher in hatin libasê cism û can
'Işweyên wan şubhê iksîrê di qelba nin meqam
Wek Melê gavek tinê xa'ib ji dîdarê nebim
Wer bibim wê sa'etê lê bin ji min da sed selam
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |