Çêjtim Em Ro Jehrî Mar
Appearance
Çêjtim em ro jehrî mar û rohî şîrîn im nehat
Zamî konem hate jan û merhemî birîn im nehat
Min xem im xward û xemîş xiwênî cîgermî xwarde we
Boye giryam çend beçend, firmêskî xwênîn im nehat
Xem serî lêdam û yarîş qet serêkî lê nedam
Sebr û hoş im royîwe, xaretgerî dînim nehat
Dill desûtê çîn be çîn deşkête ser yek wek fener
Xawenî rûyî ateşîn û zulfî çînçîn im nehat
Dîde wek hewrî beharan xwên debarênê û seday
Pêkenînî xunçeyî new sebz e perjîn im nehat
Goy serim çewganî mîhnet daye ber xoy ray firrand
Way ‘eceb, bo şasiwarî xaneyî zîn im nehat?
Kewtime wextî mirdin û xem xistimye hallî xerrxerre
Kurdî bê kes xom le hîç layê seday şîn im nehat
![]() |
This work was published before January 1, 1930, and is in the public domain worldwide because the author died at least 100 years ago. |